Şer bisekinin – Piştgirî bi Rojava re

Em daxwaz dikin:

  • Paşvekişandina arteşa tirk û hevkarên wê ji Bakûre-Sûriyê.
  • Sekinandina têkiliyên aboriî û leşkerî bi tirkiyê re.
  • Gavên çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyê bi beşdarbûyîna jin, nûnerên jin û gel ji hemû pêkhateyên netewî, çandî û olî yên li Sûriyê ne, û qebûlkirina rêveberiya xweser a demokratîk a Bakûr û Rojhîlatê Sûriyê.
  • Sekinandina krimînalizekirina kar û xebatên siyasî yên Kurdan li Elmanyayê

Federasyona demokratîk a Bakûr û Rojhîlatê Sûriyê (Rojava) mînaka vizyona Rojhîlata Navîn a demokratik û bi aşîtî, ya li ser bingeha rizgariya jinê, ye. Niha dixwazin ev mînak tune bikin. Arteşa tirk bi şerê xwe ya dagirker, bi taybetî bi bombebaran kirina saziyên sivîl mîna nexweşxane, nizama ava vexwarinê û elektrisîtê û firinên gel, sûcên şer pêktîne û yekser sivîlan û zarok û jinan jî hedef digre. Bi vê şerê ve DAEŞ ji nû ve zindî dibe û xeteriyekê ne tene ji bo Rojava lê ji bo Ewrûpa jî dibe. Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên xwe parastina heremî ya YPG û YPJ DAEŞ têkbirin.

Hedefa hikumeta tirkiyê ne parastina sînorên xwe, lê dixwaze Kurdan û gelên heremê ji qada sînor derbixe û herema xwerêveberiya Rojava tune bike. Her wiha yekser êrîşê şoreş û destkeftiyên jinan dikin. ‘Herema parastinê’ ya ku tê plankirin tê wateya paqijkirina etnisitê û guhertina demografiya heremê. Mînaka vê jî mirov li Efrînê dibîne ya ku li sala berî hat dagirkirin, li wêderê terror û işkence serwer in.

Bêdengiya hikumetên Yekitiya Ewrûpayê tê wateya destekdayîna vê şerê tirkiyê. Berjewendiyên aborî û hevpeymana penaberan ji wan re ji mafên mirovan, azadiya jinê, demokrasî û aşîtî girîngir in. Em piştgiriya xwe bi Rojava re ragihînin û daxwaza sekinandina şer û paşvekişandina arteşa tirkiyê û hevkarên wê dikin.

Azadiza jin, hevjiyana bi aşîtî û pêşxisitina ekolojî û demokrasî li heremê di xeterîyê de. Pêwîst e em hemû lê xwedî derkevin. Em nirxên Rojava biparêzin, em gelên heremê tenê nehêlin, ji ber ku ew jî pêşeroja me diyar bike.

Meşa navendî ya asta Elmanyayê 02.11.2019 li Berlinê:
Kombûyîn: saet 12-13, Alexanderplatz, Neptunbrunnen, Berlin
Destpêka meşê: saet 13

Dieser Beitrag wurde unter Aufrufe, Kurdish veröffentlicht. Setze ein Lesezeichen auf den Permalink.